Jibo bîranîna Ahmed Kaya
Di çavên te de
Hêstirên heft rengî me
Min mebarîne ez ê li ser rûyên te
Bitevizim
Di dilê te de
Ez hestên penaberan me
Min ji konê xwe dermexe
Ez ê bitevizim
Ez penaberim di zikê welat de
Ditirsim ku min ji konê penaberan
Derxînin
Ez ê bitevizim
Di dengê te de
Ez tîpa w me
di peyva welat de
Tu jî tîpa x î
di peyva xak de
Ez û tu
Cêwîdengin
Cêwîdilin
Cêwîêşin
Cêwîhesretin
Min nehêle bi tenê
Ez ê bitevizim
Ehmedê min
Canê min
Dilê min
Ez ê bitevizim
Bitevizim
Riyad Dagly 13/11/2014
أضف تعليق