j
(JiyanûBerhem)
Mamoste û helbestvanê helbesta resen
nemir Tîrêj di sala 1923-an de li
parêzgeha Hisiça-gundê (Nicim) hatiye jiyanê . Navê wî yê rast Nayif e. Ew kurê
Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê
wî mala xwe koç dike û li gundê
Sêmitik bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û
li cem mele Ibirahîmê Golî
, Qur’anê û
çend pertûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurd, ew jî di dibistana
olî de dest bi xwendin û nivîsandinê
dike.
Di sala 1937-an de hatiye bajarê
Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê
kiriye. Pênc salan li wê dibistanê xwendiye. Lê ji ber mercên aborî
xwendina xwe ne domandiye. Li wê
derê, têkiliyên wî bi helbestvanên
mezin Cegerxwîn, Qedrî can, Hesen
Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûye. Bi
akam û bandûra wan jî, evîna helbest nivîsandinê di dilê wî de şax
daye. Bi wan re xebata
niştiman perwerî kiriye û wek gelek
welatperwer û ronakbîrên Kurda ,
seydayê Tîrêj jî, di nava civata
Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Li gel nivîsandina helbest û çîrokan
tekoşînek ramyarî jî meşandiye. Dîsa
S.Tîrêj di bin bandora Cegerxwîn de
dimîne û ji sala 1948-1952-an di nav
refên aştîxwazan de kar dike.
Di sala 1952-an de bi destê parastinê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên
ne belavbûyî tê talan kirin.
Piştî ku Seyda ji zindanê reha dibe ,
berî dide nav Erebên Cibûran û ji
neçarî demek pir dirêj xwe li nav wan
diparêze. Di sala 1973-an de berî dide bajarê
Hisiça û li wir bi cîwar dibe, ta ko ji nav
me koç dike.
Seyda, di bîr û baweriyên xwe de
Barzanî bû. Lê hevaltî bi tu rêxistin û
partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû.
Di roja şemiyê 23.3.2002-an de ,
demjimêr heştê hêvarî li nexweşxana
Dr.‘Îsam Bexdê li bajarê Hisiça li Cizîrê ,
helbestvanê helbesta resen seydayê
Tîrêj çû ber dilovaniya xwedê. Di roja 25.3.2002- an de piştî limêjê ,
laşê wî ji mizgefta Hac Qasim li taxa
‘Ezîziyê demjimêr 11 ê nîvro bi coşeke
mezin derxistin û li gundê Girkeftar
veşartin.
اترك رد