Dr. Kamîran Bedirxan

Dr. Kamîran Bedirxan
1895 – 1978
ye.Sureya û Celadet birayê, ew bûye dayîk ji Stenbolêde li 1895′an- Di 21/8/
– Ew bi nivîs û xebatên xwe alîkariya ”Kürt Teali Cemiyeti” dike, û Piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.
– Di sala 1919′an de di gel Mîr Celadet û Ekrem Cemîl Paşa ji bo kar û xebatên siyasî diçe Kurdistanê.
– Piştî serkeftina Mistefa Kemal li Tirkiyê, fermana bidarvekirina Mîr Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî, Sureya, Kamîran û Celadet derdixe.
– Mîr Emîr û Sureya derbasî Misirê dibin. Mîr Kamîran û Celadet jî ji bo xwendina xwe ya bilind diçin Almanyayê.
– Li Almanyayê doktoraya xwe di warê dadnasiyê de (hiqûqê) distîne.
– Ew alîkariyeke mezin bo derxistina HAWAR û RONAHÎ’yê dike.
– Di salên 1940′î de, li zanîngeha (Layîk) waneyên /dersên/ xwendina Kurdî didan Kurdên Libnanê.
– Di sala 1943′an de rojnameya ”Roja Nû” û ”Stêr” bi zimanê frensî û Kurdî li Beyrûtê derdixîne.
– Di sala 1947′an de diçe Fransayê û li wir dezgeha lêkolînên Kurdî ava dike û li zanîngeha Parîsê li Sorbonê dest bi fêrkirina zimanê Kurdî dike, ew li wir mamosteyê zimanê Kurdî bû.
– Di sala 1971′ê de serdanekê dide Kurdên Beyrûtê, û li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal cumblat dicive. Bi hinera Dr.Kamîran, Cumblat partiyeke siyasî ji Kurdan re bi awayekî fermî dipejirîne, û destûra xebata siyasî dide Kurdên Libnanê.
– Kamîran Bedirxan dixwest her tişt bi zimanê Kurdî bê kirin. Xwendin, nivîsandin, wêje, ol û aliyên din yên jiyanê.
– Di sala 1978′an de li Parîsê ji nav me bar dike.
Berhemên wî
.danîne Kurdî kurteçîroka hîmêe ku kesanwan ji yek• Ew
. dikişîne wî bala de îslamê navê bin wan di neteweperestiya, û Tereqî û Îtîhad hêza lîstikên) şahidê (govanê dibe de xwe xortaniya- Di
• Elfabeya Kurdî, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 9
• Xwendina Kurdî, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 10, çapxana Tereqî Şam 1938.
• Elfabeya Min, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 11
• Dersên Şerîetê, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 12, çapxana Tereqî Şam 1938.
• Çarînên Xeyam, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 13
• Proverbes Kurdes. Medhelokên Kurdî. Paris, 1937 (bi Luciy Paule Margueritte).Kitêbxana Hawarê, Hejmar 14
• Le roi du Kurdistan,Qiralê Kurdistanê,bi Adolph de Falgorolle re Paris 1937.Kitêbxana Hawarê, Hejmar 15
• Der Adler Von Kurdistan. Eylolê Kurdistanê, bi Herbert Ortel re. Berlîn 1937 , Kitêbxana Hawarê, Hejmar 16
• Der Schnee Des Lichtes. Berfa Ronahiyê. Şihrên Kurdî, bi Dr. Curt Wunderlich re. Berlîn 1937, Kitêbxana Hawarê, Hejmar 17
• Langue Kurde, Paris, 1953.
• Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971.
• Türkçe Izahli Kürtçe Gramer, 1977/1986.
• Zimanê Kurdî / Kürt Dili, Istanbul (bi S.Şivan re).
• Kolay Kürtçe – Pirtûka dersê, Weşanên Doz.
• Gramera Kurdî – Tirkî.
• La queztion Kurde.
• Her weha ji berhemên wî: Ji tefsîra Quranê, Fêrbûna xwendina Kurdî, çar încîl, Hedîsên Cenabê Pêxember û gelek berhemên din.
3 Hejmar, Hawarê Kitêbxana Min, Kurên Dilê•

اترك رد