Zimanê dayîkê
Roja zimanê dayîkê
Li gelê kurd Pîroz be
Li bapîr û li bavan
Wek hungive l’ser ziman
Nayê kirîn bi ti zêran
Mûma nifşê pêşerojan
Wek sitêrka tê xuyan
Zimanê kurdî şêrîn e
Xemilîn baxçê gulan
Bi çîçek û hemî rengan
Silavê me li xwendevan
Zimanê kurdî şêrîn e
Tu yê bimînî li jiyan
Wekî roja li ezman
Zelale wek pêla deryan
Ewe dengê Kurdistan
Çi xweş tê ji herdu lêvan
Ew peyiv û tîp wek hêvan
Çi xweş dîl e û çi ziman
Zimanê pîroz li kurdan
Ew rihê me û hem jî can
Ji zû de mayî ji sed salan
Ji Lolo û kişwara Mîtan
Ew pîroz be li gelê kurd
Silav li zana û li hozan
Li torevan û helbestvan
Li M.M bedirxan
Bijî Kurd û kurdistan
Sêwiyê Welêt
19-Gulanê 2021
أضف تعليق