EREBÊ ŞEMO
Danerê Yekemîn Tîpên Latînî
bo nivîsandina Kurdî
• Erebê Şemo “Ereb Şamîlov” nivîskarekî Kurd , bavê romana Kurdî ye, Yekemîn romana Kurdan ya ku bi Kurdî hatiye weşan “Şivanê Kurd” e.
• Şemo di 23/10/1897’an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilatdariya Rûsyayê de bû, ji dayîk bûye. Ew ji mala şêxan bû• Erebê Şemo ji bilî zimanê Kurdî zimanên Rûsî, Tirkî,Gurcî, Almanî, Azerî, Yewnanî û Ermenî jî baş zanibû.• Sala 1927’an li ser daxwaza komîta navendî ya komunîstên Ermenistanê, Şemo bi alîkariya prof. Orbêlî û Ishak Morgolêv yekemîn tîpên latîtnî ji bo Kurdî amade dike. di wê salê de hîndekariya Kurdî li Ermenistanê bi wan tîpan bi rêve diçe.• Sala 1928’an tîpên latîtnî yên ji bo fêrbûna zimanê Kurdî ji aliyê wî û Ishak Morgolêv ve û bi alîkariya prof. Orbêlî hatibûn amade kirin, bi fermî li Yekîtiya Sovyetê tê pejirandin.• Sala 1929’an yekemîn pirtûka Kurdî bi tîpên latînî li Yêrîvanê bi navê “XO-XO HÎNBÛNA XONDINA NIVÎSARA KURMANCΔ ji amadekirina Şemo û Morgolêv tê çap kirin. Ew jî dibe berpirsyarê yekem a “Xwendina Dersdarhazirkirnê.”• Ji 31/3’yan sala 1930’î de bi wê elfabeyê dest bi çapkirina rojnameya “Riya Teze” dibe, û Şemo dibe berpirsyarê herî çalak ji rojnameyê re.• Di sala 1931’ê de Erebê Şemo li Lenîngradê rastî Qanatê Kurdo tê, hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata xwe ya wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên di der barê pirsgirêkên zimanê Kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike.• Di sala 1937’an de ji aliyê Stalîn ve tê sirgûn kirin, wî dişînin qeraxa Okêrna cemidî, heta sala 1956’an ew li wê derê dimîne• Piştî mirina Stalîn ew azad dibe û careke din vedigere Ermenistanê. Sala 1966’an ew romana xwe ya dîrokî “Dimdim” belav dike. Di sala 1967’an de jî ew li Moskovayê berhevoka “Hikayetên Gelê Kurd” û romana xwe ya bi navê “Riya Bextewar” çap dike.• Li Sêntora Yêrîvanê li ser dîwarê malekê ku Erebê Şemo salên xwe yên dawiyê li wê derê derbas kiribûn wiha hatiye nivîsandin: “di vê malê de ji sala 1963-1978’an temenê xwe derbas kiriye rewşenbîrê Kurd, karkerê muxulqetiyê Erebê Şemo Şamîlov”c
• Gava piştî 17 salan ji zindanê derket û hate efûkirin, pê hesiya ku Kurdekî bi xayîntî giliyê wî li be hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew neda dadgehê. Digot: bila nebêjin ku Kurd giliyê hev dikin.• Li ser dîwarê xaniyê ku Erebê Şemo lê dima, li ser kevirekî mermer bi Rûsî weha hatiye nivîsandin. “Di vê malê de nivîskarê Kurd, belşevîkê kevin, xebatkarê civatî yê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamîlov jiyaye”.• Doktoraya keça wî Zînê li ser jiyan û karê wî bû.• Şemo endamê Akademiya Kurdî ya Bexdadê bû.• Mixabin … ji ber mesela aborî hîn jî pirtûka wî “Alav” ne çapkirî ye.Behenmên wî
• Şivanê Kurd, roman, 1935• “Li ser pêwendiyên Fewdalî di nav Kurdan de”, 1936• “Jiyana Bextewar” , roman, 1959• “Berbang”, roman, 1958• Dimdim, roman, 1965• Hopo – roman, 1969• Bi dehan çîrokên zarokan, gotar û nivîsên din nivîsîne.• Bi sînaryoya wî fîlmeke documenter bi navê “Kurdên Ermenistanê” hatiye çêkirin.• Pirtûka “Alav”, hîn çap ne bûye !
Eskerê Boyîk
Têmûrê Xelîl
أضف تعليق