كلمة كرداغ
18/10/2020 بواسطة أدباء
كلمة كرداغ
اذا ما رجعنا إلى الموروث الثقافي الكردي لمنطقة جبل الأكراد فإننا نجد انها تعني عصر الكرد( kurd +dax)
فكلمة داغ تعني عصر او زمن حيث كان الأكراد يقطنون المنطقة منذ القدم وهذا التأويل قد يكون منطقي جدا لدى الكثير من الجمهور العاطفي السذج والذي يؤمن بالمسلمات دون اية محاكمات عقلية او منطقية بعيدا عن تأويلات لغوية ومنهجية البحث العلمي أما إذا فسرناها لغويا ومنطقيا واخذنا العامل التاريخي والحقبة التاريخية التي حكمها العثمانيون بعين الاعتبار فنجد انها مأخوذة من التركية مؤلفة من كلمتين بمعنى جبل الأكراد ( kürt +dağ) وهو التأويل الأكثر منطقيا وعقلانيا وحتى بالعربية أيضا كانت تسمى منطقة جبل الأكراد منذ فترة ليست ببعيدة و لاينفي هذا التأويل بطبيعة الحال الوجود الكردي في المنطقة تاريخيا.
لايمكننا تأويل وتفسير جذر اية كلمة (etymology) دون مراعاة العلوم اللغوية( linguistic) وظواهرها والتداخل اللغوي والعوامل المؤثرة بهذا التداخل سواء أكانت تاريخية ام اجتماعية ام دينية ام جغرافية ام لغوية تتعلق بالعائلة اللغوية نفسها حتى يتم تأويل اصل وجذر الكلمة تفسيرا منطقيا وعلميا وكذلك دراسة العلوم اللغوية دراسة منهجية وفق لقواعد منهجية البحث العلمي وليس وفقا لأهوائنا كما تحلو لنا فمثلا لايمكننا تفسير اسم Meyrem ميرم وهو اسم علم مؤنث بالكردية وبالكرمانجية العفرينية خاصة على أنه مؤلف من كلمتين من (mey +rem) اي الخمر المعتق وهو ببساطة نفسه اسم مريم Meryem الذي تعرض لظاهرة لغوية تسمى بالانكليزية واليونانية Metathesis وهي ظاهرة لغوية تخص قلب الأحرف او مقاطع اللفظية للكلمة وهي ظاهرة قد تحدث بين لغتين او ضمن اللغة الواحدة وظاهرة قلب الأحرف حدثت منذ القدم وتحدث إلى الآن في العديد من اللغات العالم ومن بينها الكردية والعربية والتركية والفارسية والانكليزية نتيجة لأسباب وعوامل مختلفة منها صعوبة اللفظ لدى الأطفال والمسنين او اختلاف نظام الصوتيات لدى اللغات المختلفة عند استعارة الكلمة واقتراضها من لغة إلى أخرى او لسوء الفهم والايصغاء او للاستهزاء او نتيجة لسرعة النطق. ولهذه الظاهرة اللغوية فوائد منها التعرف على اصل وجذر بعض الكلمات وهناك أمثلة أخرى في الكردية او الكرمانجية العفرينية مثلها مثل اسم مريم /ميرم تعرضت لظاهرة قلب الأحرف كمن يقول عرفين بدل من عفرين وكذلك رفيص بدل من الرصيف او جينار بدلا من جيران او درگستي بدلا من دسگرتي….
Diyaredeya Berhevketina Dengan di Kurdî û hin Zimanên din de ( Metathesis)
Metathesis peyvek yûnanî ye di inglîzî û di hin zimanên Ewropî de heye. Ew diyardeyek dengnasî girêdayî guhertina dengan yan kîteyên heman peyvê ye. Diyardeya berhevketina dengan di zimanekî de çêdibe yan di navbera du zimanan da çêdibe gave mirov heman peyvê ji zimanekî din dixe nav zimanê xwe, lê ne bi heman reng û deng û kît, ango hin deng û kît ber hev dikevin û li şûna hev digirin.
Di zimanê kurdî de jî mîna her zimanekî ev diyarde çêdibe, gelo çima ?! Û hokarên vê diyardeya dengnasî çine ?!
Berî her tiştî ev diyarde li ba zarokan çêdibe ji ber dijwarbûna bilêvkirina hin dengan li cem zarokan gava ew fêrî zimanê dayikê dibin, ev rewş bi demê re ser rast dibe, bo nimûne zarok dibêjin ” birin ” li şûna binir ango binêr, herwiha dibêjin “meyrê me” li şûna ” meriyê me “.
Di zimanê inglîzî jî zarok dibêjin “aminal ” li şûna “animal “. Herwisa, ev diyarde çêdibe ji ber şaşbûnek demkî gava mirov bilez dipeyve û ziman nagere û li ber hev dikeve, lê belê xwe yekser ser rast dike.
Dîsa, diyareda berhevketina peyvan dibe ku ji encama guhertina sîstema dengan û pêşketina zimên be bi derbasbûna demek pir dirêj ra ji hezar yan sed salan va wek lêkera inglîzî ” ask ” ya hinek devok bi ” aks ” bilêv dikin heya niha û ya bi koka xwe ji peyva inglîzî ya kevnar ” aksian” hatiye.
Wekî din ev diyarde çêdibe ji ber şaşbihîstin û şaştêgihiştin di zimanekî de. Her wiha, ji ber birin û veguhistina heman peyvê ji zimanekî bo zimanekî cuda û dengên heman peyvê ber hev dikevin da ku li gor sîstema dengan ya zimanê nû guncaw û bikêr be.
Carna jî ev diyarde çêdibe bi mebest ji ber henekî û qeşmeriyan. Wekî din, dibe ku ew ji ber windabûna şopa dizîna peyvên veguhistî bo zimanên din mîna peyva tirkî “çeyrek ” ya ji kurdî ” çaryek ” hatiye.
Li encam bi giştî diyardeya berhekirina dengan diyardeyeke asayî ye ; ew ne kêmasî ye. Ji ber hokarên cur bi cur di hemû zimanan de ew diyarda saz dibe, her wiha, di zimanê kurdî de jî ew diyarde heye.
Hin Mînakên Berhevketina Dengan di Kurdî de :
1- destgirtî / dergistî
2- berf / befr
3- dibrêje / dijêre
4- gumhe / guhme
5- taq/ qat
6- resîf/ refîs
7- efrîn/ erfîn
8- meriyê me / meyrê me
9- xasiyê min / xaysê
10- biraştin/ bijartin
11- Meryem/ Meyrem
12- Selwe/ Sewli
13- binir/ birin
14- cîran / cînar
15- pîvaz / pîzav
16- diho / duh
17- şêrpênce / pênceşêr ( guhertina kîtan)
18- tîp/ pît
19 – kifş/ keşf
20 – qermiçî / qerçimî
21- qinyat / qeynat
22- bakur/ kurba ( guhertina kîtan)
23- cirfandin/ cifrandin
24- kewsan/ kezwan
25- kerwan/ kewran
26- layê/ yalî
27- dayê/ yadê
28- mitrib/ mirtib
29 – şepil/ şelp
Mînak:1- Ev şelpê birçîbûnê ye .
2- Hema şepil kir û reviya.
Hin Mînakên Birin û Veguhistina Heman Peyvê
ji Zimanekî bo Zimanên din : ( Kurdî/ Erebî/ Farisî /Tirkî/ Inglîzî )
1- leçer ( kurdî) / reçel ( tirkî)
2- zincîr ( kurdî) /cinzîr ( erebî/ farisî)
3- penêr( kurdî) / peynêr ( tirkî)
4-şerteton ( kurdî)/ şerşeton (erebî)
5- xifş ( kurdî) / xişf ( خشف )
6- dewl (kurdî) / delo (دلو )
7- shark ( inglîzî) / qursh ( سمك القرش )
8- yawaş ( yavaş) / shiway ( شوي شوي )
9- çaryek ( kurdî) / çeyrek ( tirkî)
10- helmet(Kurdî / حملة )
11- daxme (kurdî) /( damğa دمغة )
12- celb/ cebl جبالة) جبل )
13- doğru/doxri/ dorxi
14- qulbe / quble( قبلة)
15 -hersim/ harsim/ hisrem (حصرم )
16- dahf / def’e (دفع)
17- bulgur/ burxul ( برغل)
18- kefş / keşf ( كشف )
19 – qişr / qirş ( قشرة )
20- zeliqî / leziqî ( لصق )
Gelo ev peyvên berhevketî kê ji kê biriye ?!
Ew mijar bi xwe girêdayî reh û koka peyvan û pêdivî bi lêkolîneke zanistî ye.
Hin Peyvên Berhevketî di Inglîzî de :
1- bird / bryd
2- third / thrid
3-integral / intreegal
4- nuclear / nukeular
5- thrill / thirll
6- spaghetti/ pasghetti
7- prescription /perscription
8- animal / aminal
9- ask / aks /ax
10 – gold card /guard cold
Têbîn : Hûn jî dikarin vê nivîsê bi nêrîn û mînakên xwe dewlemend bikin.
Bavê Saman
Efrîn, di 28 / 10 / 2018
أرسلت فى Beşê Kurdî | اكتب تعليقُا
أضف تعليق