Ey Mirin
Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikim û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim
Ey mirin
Ey mirina reş
Ey mirina bê bext û ol
Ey narevîna xiniz û sergerîn
Ey feleka bê zik û pişt
Bi pencên xwe yî rewrewkî
Bi bejna xwe yî xapînok
Te konê reş li ezmanê me vegirt
Heyv ji ezmana hilweşand
Stêr û Gelawêj te herifand
Siyasetvan û rêberan rê winda kirin
Rewşenbîr û zana nivîsên xwe çirandin
Ronakbîran pênûsên xwe şikandin
Bûk û zeriyan rondikên xwe barandin
Dê û bavan şîn gerandin
Zemîn hejî, perî govend gerandin
Li me hejaran serî gerandin
Şev reş û tarî, pişt li me şikandin
Ka rêberê me, ka ew qehreman
Zû ji nav me barkir gihaye kerwan
Kerwanê nemiran wa ye li rê ye
Hevalê Ismaîl rêberê rê ye
Digel Zaza, Hemze û Osman
Civînê deyne rêberê Kurdan
bangê bide Tîrêj û Cegerxwîn
Keleş û Bêbuhar, seydayê Namî
Gel tev şiyar e, lê dil birîn in
Ji çûna we tevan ew dilbixwîn in
Heyfa li wê heyfê ko hîn bibînin
Şûna şêran kund lê bixwînin
Ey mirin
Rast e, te ew ji nav me bir
Ji ber çavan te ew winda kir
Lê bi sûnd, bi soz û peyman
Bi kêla ber serê pakrewanên Qamişlo
Bi gora pakrewanên sînema Amûdê
Bi Laleşa Nûranî
Bi gora vî pakrewanî
Tê nikaribî bîrûbawerîyên wî
Raman û ramyariya wî
Ji hişê me derîne
Tê nikaribî hezkirina wî
Ji dil û canê me derxîne
Ey mirina bê bext û ol
Dilawerê ZENGÎ
أضف تعليق